Kurdistan YNKê civîna bi PDKê re bi erênî binav kir

YNKê civîna bi PDKê re bi erênî binav kir
Baregeha Polîtbîroya YNKê

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor daxuyaniya dawî ya civîna îro ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), biryar e guhartinê di pişkên xwe yên postên hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê de bike, herwiha guhartinên navxweyî jî bike.

Di daxuyaniyê de, Polîtbîroya YNKê de amaje bi dawî civîna di navbera wê partiyê û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û encamên civînê bi erênî binav kir. Hevdem jî amaje bi bi civînên ligel aliyên din yên siyasî bo çareserkirina pirsgirêkên naxweyî, destûr û yasa û aborî kiriye.

YNKê di daxuyaniya dawî de tekezî li ser berdewambûna civîna Polîtbîroyê dike û ragihand, roja pêncşema bê 16 Sibatê careke din bo gotûbêjkirina “Nexşeya YNKê” bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî dicive.

Civîna Polîtbîroya YNKê bi serpereştiya Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl Elî birêve çû, ku piştî 5 mehan ev cara yekem e herdu baskên YNKê bi hev re dicivin, lê Cîgirê Duyem yê Sekreterê Giştî yê YNKê Berhem Salih beşdarî civînê nebû.

Roja 1 Îlona 2016an de bi serpereştiya cîgirên Sekreterên Giştî Kusert Resûl Elî û Berhem Salih “Navenda Biryarê” yê wê partiyê hate ragihandin.