Kurdistan Parlamenterê HDPê Ferhad Encu serbest hat berdan

Parlamenterê HDPê Ferhad Encu serbest hat berdan
Wêne: Arşîv

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Ferhad Encu serbest hat berdan. Encu beriya 103 rojan li Şirnexê hatibû girtin.

Ferhad Encu 4'ê Mijdara 2016'ê, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê de, bi tometa endamtiya PKK hatibû girtin û bo wî 22 sal cezaya zindanê dihat xwestin.

Di rûniştina îro ya dozê de, Dadgehê rewşa girtina wî û daxwaza serbestberdana parêzeran nirxand û biryara serbestberdanê da. Tê çaverêkirin, Encu îro ji Girtîxaneya Kandira ya Kocaelî ku nêzîkî Stenbolê ye, serbest bê berdan.

Hevserokên Partiya Demokratîka Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de, 11 parlamenterên HDP hê di zindanê de ne.