AK Partî hilbijartinên pêşwext naxwaze

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Desthilata Tirkiyê AK Partî radighîne, di rojeva wan de hilbijartina pêşwext nîne û sala 2019'ê, di dema xwe de wê bê encamdan.

Peyvdarê AK Partî Mahîr Unal beşdarî bernameya televîzyoneke Tirkiyê bû da xuyakirin, AK Partî di pêvajoya xwe nûkirinê de ye û di vê demê de hilbijartinên pêşwext nafikirin.

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan ku di hema demê de Serokê Giştî yê AK Partî ye, dabû xuyakirin, ew di rêxistinên partiyê yên bajaran de bêxîretî û westîbûnek dibînin û bibiryar in ku nûbûnek çê bikin.

Unal jî dibêje, ew niha bi kongreyên partiyê re mijûl in, hilbijartin sala 2019'ê di dema xwe de wê bê encamdan.