Teqîn di kampa penaberan de: 10 kuştî

10 kes di encama 2 teqînan de li kampa El-Rikban ya penaberên Sûriyê li ser sînorê Urdin û Sûriyê hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

10 kes di encama 2 teqînan de li kampa El-Rikban ya penaberên Sûriyê li ser sînorê Urdin û Sûriyê hatin kuştin

Li gor hin jêderên ser bi opozîsyona Sûriyê ve, şeva borî di encama teqîna du otombipêlên bombebarkirî de li kampa El-Rikban ya penaberên Sûriyê li ser sînorê di navbera Urdin û Sûriyê de 6 kesên sivîl hatine kuştin û hijmarek jî birîndar bûne.

Li gor heman jêderê, teqîna yekem li nêzîkî xwaringeha kampê hatiye kirin, ya duyem jî li bazarê li heman kampê hatiye kirin.

Kampa El-Rikban nêzîkî 100 hezar penaberên Sûrî lixwe digire, berî niha gelek caran teqîn  tê de hatine kirin. Çekdarên DAIŞê berpirsyaretiya xwe derbarî wan teqînan de ragihand.