Şam: Mafê rizgarkirina Golanê ji me re ye

Wezareta Derve ya Sûriyê danpêdana Serokê Amerîka bi serweriya Îsraîlê li ser bilindahiyên Golanê, binpêkirina yasaya navdewletî ye û tekez kir, rizgarkirina Golanê ji mafê Sûriyê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Sûriyê danpêdana Serokê Amerîka bi serweriya Îsraîlê li ser bilindahiyên Golanê, binpêkirina yasaya navdewletî ye û tekez kir, rizgarkirina Golanê ji mafê Sûriyê ye.

Jêderekî ji Wezareta Derve ya Sûriyê ji ajansa “SANA” a Sûrî re ragihand, îmzekirina Serokê Amerîka Trump li ser biryara danpêdana desthilatdariya dagîrkeriya Îsraîlê li ser Golanê binpêkirina yasayên navdewletî.”

Herwiha got: “Biryara Trump destdirêjiya li ser yekperçeyîya xaka Sûriyê ye û li dijî civaka navdewletî ye û pêgeha Netewên Yekgirtî winda dike.”

Duhî Serokê Amerîka Donald Trump li Koşka Spî bi amadebûna Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu biryara danpêdana bi serweriya Îsraîlê li ser bilindahiyên Golanê îmze kir.

Wî jêderê ji Wezareta Derve ya Sûriyê tekez kir jî, rizgarkirina Golanê bi hemû amrazan û vegerandina wê ji hembêza Sûriyê re ji mafê Sûriyê yê nayê bêbeşkirin e.

Bilindahiyên Golanê di navbera Îsraîl û Sûriyê de ye di şerê sala 1967an de kete bin kontrola Îsraîlê û heta niha jî di bin kontrola wî welatî de ye. Îsraîlê di sala 1981an de jî Golan weke beşek ji axa xwe nas kir, lê belê civaka navdewletî hîn jî wê herêmê weke beşek ji Sûriyê dibîne.

 

S. B