Ehmedînijad amadeyiya xwepêşandanan dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê berê yê Komara Islamî ya Îranê Ehmedînijad ji bo amadeyiya xwepêşandanên “dijî siyaseta desthilatê û şêweyê birêvebirinê” daxwaza destûrdayînê kir.
Ligor accounta medyaya civatî ya Ehmedînijad ji Wezîrê navxweyî Ebduriza Rehmanî re nameyek hinartiye û liser bîngeha madeya 27an a Destûrê daxwaza kiriye di 20ê Çile de li Meydana Inqilab a Tehranê Xwepêşandanek nerazîbûnê bi amadebûna xelkê lidar bixin.
Ehmedînijad herweha destnîşan kiriye ku, ger destûr bo xwepêşandanê neyê dayin, ev tê wateya nemeşrû bûn a Wezîrê navxweyî. Jiber ku Xwepêşandan mafek yasayî yê xelkê Îranê ye.
Tê ragihandin, ku piştî tehranê Ehmedînijad dixwaze pêla xwepêşandanan li tevayiya Îranê lidar bixe.
C.B