Pêşverû: Divê KNK PYD û ENKSê ji hev nêzîk bike

Komîta danûsitandinê ya KNK`ê dest bi karê xwe dike û serdana partiyên siyasî dike û endamên wê geşbîn in ku bighêjin armancên erênî. Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (Pêşverû) jî dibêje, dê baş be heger KNK karibe PYD û ENKSê ji hev nêzîk bike.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Komîta danûsitandinê ya KNK`ê dest bi karê xwe dike û serdana partiyên siyasî dike û endamên wê geşbîn in ku bighêjin armancên erênî. Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (Pêşverû) jî dibêje, dê baş be heger KNK karibe PYD û ENKSê ji hev nêzîk bike.

Di çarçoveya karê xwe di berdewamiya destpêşxeriya lihevhatinê de, komîta Kongreya Netewî ya Kurdistanê dest bi hevdîtinên xwe bi aliyên siyasî re dike, yekemîn civîn jî bi Pêşverû re li bajarê Qamişlo li kir û tê de çawaniya berdewamî û serketina vê destpêşxeriyê hate gengeşekirin. Serkirdên Pêşverû didin zanîn jî ku ew ji bo heman armancên KNK dixebitin û pêwîst e hemû aliyên siyasî bi erênî tevlî vê destpêşxeriyê bibin, ta hemû rê li pêş pêkanîna şerekî li dijî Kurdan bêne girtin.

Endamê Polîtburoya Pêşverû Gêlan Iskan ji K24ê re got: “Em dibînin ku destpêşxeriya KNK baş e heger karibe hemû hemû partiyên siyasî û bêhtir PYD û ENKSê yên nakok tê de beşdar bike. Çi proje û destpêşxerî ji bo mafê Kurd li Sûriyê be û yekrêziya gelê Kurd bike, em bi erênî lê dinêrin.”

Piştî biryara Rêveberiya Xweser bi vekirina nivîsgehên partiyan, rê li ber hin partiyên ENKS`ê hate girtin ta nivîsgehên xwe ji destê rêveberiyê werbigirin û vekin. Endamên komîta KNK ya têkiliyan eşkere dikin, ew vê mijarê bi rayedarên Rêveberiya Xweser re gotûbêj dikin û di nêzîk dem de dê ev kêşe çareser bibe û tekez dikin ku ya giring ew e hemû alî tevlî vê destpêxeriyê bibin û hemû pirsgirêkên berê paşguh bikin da encamên erênî bi dest bixin.

Endamê Komîta Danûstandinê ya KNKê Şêx Sinan Ehmed ji K24ê re got: “Ev yekîtiya ku em bi pêş ve didin, gerek e partî û miletê jî piştgîriyê li bikin ne ku pirsgirêkan bixin nava wê de. Çareye hemû pirsgirêkan heye û dê çareser jî bibin û hemû nivîsgehên partiyan dê vebin. Rêza me ji PYK-Sê re heye û pirsa venebûna nivîsgeha wan wek şaşîtiyekê hat fêmkirin û dê ev pirs çareser jî bibe.”

Li gorî endamên komîta danûstandinê ya KNK ta nuha karê wan bi serkeftin birêve diçe, lê ta nuha tu bersivên fermî ji aliyê ENKS`ê ve nehatine diyar kirin û di dema endamên komîtê di nêzîk dem de dê nûnerên ENKS`ê jî bibiînin, hin şopîner dibînin ku hemû pirsgirêk bi vekirina nivîsgehan û serbestberdana siyasetmedaran çareser nabin.