Termê 3 Pêşmergeyan hat dîtin

Jêderekî ewlekariyê ji lîwaya 56 a Heşda Şeibî ragihand, li qezaya Hewîce li rojavayê Kerkûkê termê 4 kesan hatin dîtin, 3 ji wan Pêşmerge bûn û nasmaneya wan jî aşkere ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Jêderekî ewlekariyê ji lîwaya 56 a Heşda Şeibî ragihand, li qezaya Hewîce li rojavayê Kerkûkê termê 4 kesan hatin dîtin, 3 ji wan Pêşmerge bûn û nasmaneya wan jî aşkere ye.

Li gor zanayriyan, ew her sê Pêşmerge ser bi Fewca 4 a Lîwaya Nû ya Wezareta Pêşmerge ve ne. Di sala 2015an de 8 Pêşmerge li qezaya Daqoq dîl girtibûn ku yek ji wan efser bû. Ew 3 Pêşmergeyên ku termên wan hatine dîtin ji heman fewcê ne.”

Wek jêderê ji Heşda Şeibî gortiye, navê Pêşmergeyekî Neqîb Ziyad Hewîz Reşîd e û rûniştvanê nahiya Kesnezan a ser bi Hewlêrê ve ye. Pêşmergeyek jî bi navê Recep Hesen Şahîn Herkî ye.

Ji aliyekî din ve, jêderekî ewlehiyê ragihand, çekdarên DAIŞê şeva bûrî avêtin ser Navenda Tenduristiyê ya li gundê Heftexarê yê ser bi Daqoqê ve û 2 gencên Kurd revandin.

Jêderên agahdar dibêjin, yek ji wan gencan bi navê Tahir Ebdilxefûr e, 31 salî ye û ajokarê ambulancê ye, yê din jî bi navê Şêrwan Mehmûd Ehmed e, 24 salî ye.

 

S. B