Hevpeymaniya Navdewletî 15 hezar şervanên HSD rahênan dike

"Du sed û bîst şêwermendên serbazî mijûlî rahênankirina 15 hezar şervanên HSDê ne, û armanca wan ew e ku hejmara hêzên sînorî bigehîne 30 hezar şervan".

K24 - Navenda Nûçeyan

Berpirsê pêwendiyan di Hevpeymaniya Navdewletî de kolonêl Tomas Veylî ragihand, ku Hevpeymaniya Navdewletî mijûlî pêkanîna hêzekê ye ji bo parastina sînorên Rojavayê Kurdistanê bike.

Tomas got: "Du sed û bîst şêwermendên serbazî mijûlî rahênankirina 15 hezar şervanên HSDê ne, û armanca wan ew e ku hejmara hêzên sînorî bigehîne 30 hezar şervan".

Hêzên parastina sînoran, wê li ser sînorên Iraq, Tirkiyê û tevahiya navçeyên başûr yên nêzîkî çemê Furatê bên belavkirin.