Rûhanî serdana Amerîka dike

Serdana Rûhanî ji bo Amerîka, di demekê de ye, ku pêwendiyên Washington û Taranê roj bi roj xirabtir dibin û biryar e di Mijdara dahatî de, Amerîka sizayên tundtir li ser Îranê bisepîne.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serokê Îranê Hesen Rûhanî, ji bo beşdariyê di civîna Komela Giştî ya Netewên Yekgirtî de, 23yê vê mehê wê serdana Amerîka bike.

Li gorî daxuyaniyeke nivîsgeha Serokatiya Îranê, wê Rûhanî 23yê Êlûnê ji bo beşdarîkirinê di 73yemîn civîna Komela Giştî ya Netewên Yekgirtî de serdana Amerîka bike.

Ew civîn wê ji 18 heya 30 mehê li bajarê New York yê Amerîka berdewam be û naveroka civînê wê derbarê serkirdatîkirina cîhanî û dabeşkirina berpirsatiyê ye, bi armanca ku aştî û wekhevî ji civakan re were peydakirin.

Serdana Rûhanî ji bo Amerîka, di demekê de ye, ku pêwendiyên Washington û Taranê roj bi roj xirabtir dibin û biryar e di Mijdara dahatî de, Amerîka sizayên tundtir li ser Îranê bisepîne.

N.O