Xelîlzad: Qasim Silêmanî ji Heşda Şeibî xwestiye êrîşî Kerkûkê bike

“Fermandeyê feyleqa Quds ya artêşa pasdaran a Îranê Qasim Silêmanî li Iraqê ye û hêzên Heşda Şeibî han dide ku êrîşî Kekûkê bikin.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Balyozê berê yê Amerîka li Iraqê Zelmay Xelîlzad ragihand: “Fermandeyê feyleqa Quds ya artêşa pasdaran a Îranê Qasim Silêmanî li Iraqê ye û hêzên Heşda Şeibî han dide ku êrîşî Kekûkê bikin.”

Zelmay Xelîlzad derbarê zêdebûna nakokiyan di navbera hêzên Iraqê û hêzên Pêşmerge de dibêje: “Dibe ku nakokî zêde bibin û ew yek wê egera çêbûna pevçûnan zêde bike.”

Xelîlzad ji Amerîka xwest ku rê li ber nakokiyan bigire ku Îran dixwaze wan zêde bike.

Daxuyaniyên Xelîlzad di demekê de ne, ku duh Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, derbarê êrîşên hêzên Iraqî li ser Kurdistanê hişyarî da û got: “Peyamên metrisîdar ji me re tên derbarê amadekariyên hêzên Iraq û yekîneyên Heşda Şeibî û polîsê federalî, daku êrîşeke mezin li başûr û rojavayê Kerkûkê û bakurê Mûsilê li dijî Kurdistan destpê bikin.”

Li rojavayê Kerkûkê jî liv û tevgerên hêzên Iraqî tên dîtin, lê hikûmeta Iraq red dike armanca wan tevgeran li dijî Kurdistan be.