K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) firokeyeke bêfirokvan a Tirkiyê li bakurê Efrînê xiste xwarê.
Navenda Ragihandina HSDê di daxuyaniyekê de ku li malpera xwe fermî belav kir, tê de ragihand, hêzên wan firokeyeke çavdêriyê ji cureya “Drone” li navçeya Bilbilê xiste xwarê.
Daxuyaniya HSDê ti hûrgiliyên din derbarê xistina wê firokeya çavdêriyê aşkere nekir. Ta niha jî Tirkiyê jî ti daxuyaniyek fermî derbarê wê bûyerê de nedaye.
Ji deh rojan ve artêşa Tirkiyê dest bi operasyona leşkerî ya bi navê Şaxa Zeytûnê li dijî herêma Efrînê kiriye. Êrîşa topxane û firokxaneyên şer ên Tirkiyê tundtir dibe û ji ber wê jî hejmarek ji welatiyên sivîl bûne qurbanî.
Nexşeya Malperê | Siyaseta Parastina Nehêniyan | Derbarê me | Pêwendi | Derfatên kar