Hevpeymanan 5 çekdarên DAIŞê li Dêra Zorê kuştin

HSD: Firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî, êrîşî bingehên DAIŞê li gundê El-Şicil li rojhilatî çemê Firatê kirin û di encamê de, 5 çekdarên wê girûpê hatin kuştin.

K24 - Navenda Nûçeyan. 

Hat ragihandin, ku di encama êrîşeke ezmanî de, ji aliyê firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê ve, li rojhilatê çemê Firatê li gundewarê Dêra Zorê, 5 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Ji aliyê xwe ve, Hêzên Sûrya Demoqrat (HSD) ragihand, ku firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî, êrîşî bingehên DAIŞê li gundê El-Şicil li rojhilatî çemê Firatê kirine û di encamê de, 5 çekdarên wê girûpê hatin kuştin.

Herwiha HSD diyar kir, ku şerê wan li dijî çekdarên DAIŞê li navçeyên mayî di destê wê girûpê de, li gundewarê parêzgeha Dêra Zorê berdewam e.

Ji 10 vê mehê ve, HSD bi alîkariya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî dest bi qunaxa dawî ji operasyona kontrolkirina bajarokê Hecîn kiriye û biryar e jî, deverên mayî di bin kontrola DAIŞê de li derdora parêzgeha Dêra Zorê kontirol bikin.

Li gorî Çavdêrgeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan, heya niha 126 çekdarên DAIŞê di wê operasyonê de hatine kuştin.

N.O