Plana êrîşê ser Şingalê hate pûçkirin

Hat ragihandin ku 2 endamên DAIŞ ên ku amadeyiya êrîşek xwekujî di nav Şingalê de kirine hatine girtin

K24 – Navenda Nûçeyan

Hat ragihandin ku 2 endamên DAIŞ ên ku amadeyiya êrîşek xwekujî di nav Şingalê de kirine hatine girtin.

Jêderek ji Hêzên Ewleyiyê yên Parêzgariya Ninewe ji K24 re ragihand ku, amadekarên êrîşek hemberî Şngalê hatine girtin.

Her du endamên DAIŞê zindî hatine girtin, liser yek ji wan êlek a bombekirê û yên din jî amadekariya teqînê bi rêya otombîlê kiriye.

Herweha li Xaneqîn xwekujek ji DAIŞ berî bikaribe êrîşê encamp bide, hate kuştin.

Duhî şev li gundê Mexas girêdayî Xaneqînê  malên 2 welatiyên Kurd hatibûn şewitandin.

 

 

C.B