Rapirsî: Amerîka ji bo Tirkiyê gefa herî mezin tê dîtin

Tirkiyê û Amerîka e heyameke di nava pêwendiyên baş de ye. Lê belê li gorî raprsiya ku zankoyeke taybet li 26 bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê pêk aniye Amerîka ji bo Tirkiyê gefa herî mezin tê dîtin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Tirkiyê û Amerîka e heyameke di nava pêwendiyên baş de ye. Lê belê li gorî raprsiya ku zankoyeke taybet li 26 bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê pêk aniye Amerîka ji bo Tirkiyê gefa herî mezin tê dîtin. Li gorî hin pisporên Tirkiyê bi dehan sedemên vê yekê hene. Herwiha li gorî vê rapirsiyê baweriya ji polîtîkayên derve ya Tirkiyê jî kêm bûye û sedema vê yekê jî daxuyaniyên raedaran yên şerxwaz tê dîtin.

Tirkiye û Amerîka di destpêka sala 2019an de ji bo başbûna pêwendiyan û li qada sûriyê xurtkirina hevkariyê serdan û hevdîtinên dîplomatîk pêk tînin. Lê belê di hefteya borî ji aliyê Zankoyeke dewlatê rapirsiyek hate encamdan û li gorî vê rapirsiyê Amerîka gefa herî mezin ji bo Tirkiyê hate dîtin. Ev rapirsî li 26 bajarên Tirkiyê û bakurê Kurdistanê bi beşdarîya 10 hezar kesan hate kirin. Di dawiyê de kesên ku beşdarî vê rapirsiyê bûne ji sedî 82 ji wan her çiqas Amerîka hevkarê NATOyê û hevalbendê qedîm yê Tirkiyê binav kiribe jî di heman demê de ji bo Tirkiyê gefa herî mezin ditine.

Di rapirsiya hatiye kirin de sedemên vê yekê nehatine eşkerekirin lê belê li gorî pisporên pêwendiyên navdewletî bi dehan sedem hene ku rayagiştî ya Tirkiyê, Amerîkayê ji bo welatê xwe weke gefa herî mezin bibine.

Pisporê Pêwendiyên Navdewletî DOÇ. Dr. Resûl Yalçin ji K24ê re got: “Ji berê vê di navbera Tirkiye û Amerîkayêde hevkariyek mezin heye. Lê belê di demên dawî de kiryar û planên Amerîkayê di nava rayagiştî ya Tirkiyê de bûye sedema hêrsbûyînê. Gelê Tirkiyê Amerîkayê piştevanê Kudetaya 15ê Tîrmeha 2016an dibîne. Li gel vê yekê li qada Sûriyê Amerîka piştevaniya YPGê dike ku Tirkiye ji bo xwe weke gefekê dibîne. Sebebê têkçûna aboriya Tirkiyê jî Amerîka tê dîtin. Herî dawî neradestîkirina Patroît û frokeyên F35an jî bûye sedem ku gelê Tirkiyê, Amerîkayê ji bo welatê xwe gefa herî mezin dibînin.”

Herwiha li gorî encamên heman rapirsiyê baweriya rayagiştî ya Tirkiyê ya ji polîtîkayên derve yên hikûmatê ji sedî 46an daketiya ji sedî 31an, serkeftî dîtina politikaya Sûriyê ji sedî 47an daketiye ji sedî 34an. Ligel vê yekê piştvaniya operasyoneke dersînorî bo Sûriye û Iraqê jî ji sedî 57an daketiye ji sedî 45an.

Serokê Kompanyeya Rapirsiyê ya Optîmarê Hîlmî Daşdemîr dibêje: "Li gorî xebatên rapirsiya me yên li qadê, gel taybetî ji ber qeyrana aborî ku niha li Tirkiyê bandora xwe her ku diçe zêde dike tengezar bûye. Ligel vê yekê her roj li ser ekranan behsa operasyonên dersînorî tê kirin lê belê tu operasyon jî pêk nayên û gel jî vê yekê bêzar bûye. Herwiha hejmarek zêde kesan jî habûna Tirkiyê ya li Sûriyê erênî nabîne. Ji ber van sedeman baweriya bi polîtîkayên derve û piştevaniya bo operasyonan kêm bûye."

Herî dawî di beşa vê rapirsiyê ya li bajarên bakûrê Kurdistanê hatiye kirin de jî kesên beşdarî rapirsiyê bûne rêbazên hikûmeta Tirkiyê yên çareserkirina meseleya Kurd de xelet dibînin û hikûmetê ku di vê mijarê de xwedî polîtîkayeke çareseriyê nîne rexne dike.