Li Efrînê otombîleke hat teqandin

Şeva bûrî otombîlek li Efrînê hat teqandin, li gor zanyariyên destpêkê ti ziyanên nebûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şeva bûrî otombîlek li Efrînê hat teqandin, li gor zanyariyên destpêkê ti ziyanên nebûn.

Çalakvanên Efrînê ji K24ê re ragihandin, şeva bûrî demjimêr 23:15 otombîlek li nêzîkî çarêya Newroz teqiya, li gor zanyariyan ti ziyanên canî nebû.

Her li Efrînê, çalakvanan ji K24ê re dan zanîn ku duhî grûpên çekdar agir berdan çiyayê Çirqa ya navçeya Raco, Çiyayê gundê Xilalka yê navçeya Bilbilê û Çiyayê Hawarê.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê tekez kir, çekdarekî opozîsyona Sûriyê agir bi çiyayê gundê Xilalka xist. Got jî: “Ev ne cara yekem e çekdarên opozîsyonê agir bi çiyayên Efrînê dixin.”

 

S. B