Teqîn li Cizîrê, 4 polîs brîndar bûn

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Şirnexê navçeya Cizîrê teqînek rû da û 4 polîs birîndar bûn.

Li navçeya Cizîrê Taxa Yafesê dema wesaîta zirxpoş a polîsan derbas dibû teqînek dijwar rû da. Di encamê de 4 polîs birîndar bûn û wesaît zirxpoş jî têk çû.

Herwiha hejmarek zêde mal û avahiyên nêzikê teqînê jî ziyanên maddî dîtine.

Li gor zanyariyan dengê teqînê ji her aliyê bajêr hatiye bihîstin.

Piştî teqînê polîsan dest bi operasyonê kirine û bi ser malan de girtine.