Muslim: Tiştê dibe, ne li gor dilê Tirkiyê ye

Berpirsê Nivîsgeha Pêwendiyên Dîplomasî ya TEV-DEMê Salih Muslim radigihîne, hêzên Amerîkî tenê ji bo berjewendiyên xwe li Sûriyê dimînin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Nivîsgeha Pêwendiyên Dîplomasî ya TEV-DEMê Salih Muslim radigihîne, hêzên Amerîkî tenê ji bo berjewendiyên xwe li Sûriyê dimînin.  

Salih Muslim ji K24ê re ragihand, bandora mana hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li herêma rojhilatê Firatê heye, lê ew ji bo berjewendiyên xwe dimînin, ne ji bo parastina me dimînin. Heger dixwazin me biparêzin jî, ji ber ku berjewendiyên me bi hev re hene û hîna bidawî nebûne.

Muslim li ser jinavbirina DAIŞê li Baxozê amaje bi wê kir, têkçûna DAIŞê li Baxozê nayê wateya têkçûna terorê, hîna yên wek DAIŞê li Idlib û li deverine din ên Sûriyê jî hene.

Li ser gef û helwestên Tirkiyê jî, Muslim got, aliyê ji têkçûna DAIŞê li Baxozê aciz dibe Tirkiye ye, lê Tirkiye nikare tiştekî bike ji ber ku her tişt ne li aliyê Tirkiyê ye, di pêvajoya navdewletî, pêvajoya siyasî û pêvajoya li ser erdê dibin ne wek Tirkiye dixwaze ne.    

 

 

S. B