Kurdistan Hewramî: Beşdarî Korbenda Berlînê ya asayişa Rojhilata Navîn bûn

Hewramî: Beşdarî Korbenda Berlînê ya asayişa Rojhilata Navîn bûn

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Pêwendiyên derve yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hêmen Hewramî beşdarî Korbenda Berlînê ya siyaseta derve bû û ragihand, ew ji şeş grûpan beşdarî grûpekê dibin, ku derbarê astengiyên li pêş asayiş û aramiya Rojhilata Navîn birêve diçe û hewl didin nêrîna Herêma Kurdistanê di wê pirsê de nîşan bidin.

Herwiha Hewramî ji K24ê re diyar kir, di çarçoveya wê korbendê hevdîtinek ligel Wezîrê Derve yê Îtalyayê Paolo Gentiloni kir û li hember alîkariyên Îtalyayê ji Herêma Kurdistanê re, silavên Serokê Herêma Kurdistanê gihandin wî.

Ji aliyê xwe ve Gentiloni ragihand, ew wek Îtalya şanaziyê dikin, ku di şerê li dijî DAIŞê de alîkariya Pêşmerge dikin û pêwendiyên wan bi Herêma Kurdistanê re tenê di ware şerê DAIŞê de namîne, ku Îtalya hewla berferehbûna pêwendiyê bi Herêma Kurdistanê re dike.

Herwiha Hewramî got: “Ew korbend li ser 6 grûpan dabeş dibe, ew jî beşdariyê di grûpekê de dikin, ku taybet e bi astengiyên li pêş asayiş û aramiya Rojhilata Navîn, ku dûrî çavê medya birêve diçe. Em jî di wê korbendê de hewl didin nêrîn û boçûna Herêma Kurdistanê di wê pirsê de nîşan bidin.”