Enqere û Şamê li Efrînê tên hemberî hev

Dema ku operasyona Tirkiyê ya li ser Efrînê berdewam dike hêzên dewleta Sûriyê berev Efrînê ve rê ketin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/16f90fbc-22e5-428e-8479-91c7d3083487/022018ZBR.ism/manifest

K24 – Enqere

Dema ku operasyona Tirkiyê ya li ser Efrînê berdewam dike hêzên dewleta Sûriyê berev Efrînê ve rê ketin. Agahiyên ku dê YGP Efrînê radestî rêveberiya Şamê bike li Enqerê bû sedema nîqşan. Hikûmet dibêje dema YPG li wê derê bê derxistin kêşe nîn e, lê dema ev yêk nebe ew qebûl nakin. Li gorî pisporan, Rûsya ya ku actorê sereke ye dê bi şertê ku destkeftiyên mezin bi dest bixe dê li gorî hemû aliyan rêya çareseriyê peyda bike

Operasyona Tirkiyê ya li ser Efrînî ku mehek li pey xwe hişt berev qonaxeke nû ve diçe. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ragihand, qonaxa nû ya operasyonê ew e ku dê berev navenda Efrînê ve biçe û beramberî vê yekê YPG ya bajêr di bin destê xwe de digre gavek sûprîz avêt.

YPG ji bo ku navenda bajêr radestî rêveberiya Şamê bike dest bi hevdîtinan kir. Piştî hevdîtinên ku bi rojan berdewam kir hêzên dewleta Sûriyê derbasî Efrînê bûn.

Pisporên Tirkiyê dibêjin Rûsyayê operasyona Tirkiyê erênî kiriye da ku YPGê bixe zorê da ku Efrînê neçarî radestî rejîma Esad bike û ev plana Rûsyayê niha karîger e.

Pisporê Rojhilata Navîn Oytun Orhan ji K24ê re wiha axivî: “Eger hêzên Tirkiyê û çekdarên opozîsyonê li Efrînê, YPG têk bibin, devereke berfireh a di navbera Heleb û Idlîbê de jî di destê Tirkiye û opozîsyonê de be. Rûsya, Îran û rejîma Suriyê ji vê yekê aciz in. Rûsya di ser operasyona Efrînê re xwest ku YPGê lawaz bike û bajêr radestî rejîma Sûriyê bê kirin. Xuya ye ji bilî vê yekê rêyek din ya YPGê nîn e. Loma Rûsya planeke piralî bi rê ve dibe û bi vê yekê hem armanca xwe dê pêk bîne hem jî YPGê ji Amerîkayê wê dûr bixe.”

Enqere geşedanan ji nêz ve dişopîne. Wezîrê Karên derve yê Tirkiyê Mewlûd Cawişoglu derbarê îdîaya ku dê YPG Efrînê radestî rejîma Sûriyê bike helwesta Tirkiyê bi gotina "Eger rejîm ji bo YPGê li vê derê derbixe bikeve Efrînê kêşe nîne lê dema ji bo parastiya YPGê vê yekê bike kes nikare pêşiya artêşa Tirkiyê bigre" ragihand. Niha nîqaş li ser vê mijarê gur bûne.  Dema ku Efrîn radestî rejîma Sûriyê bê kirin YPG dê derkeve yan dê bimîne?  Dema ku YPG bimîne artêşên Tirkiye û Sûriyê dê bên beramberî hev yan na?

Akademîsyen Dr. Hasan Oktay ji K24ê re got: “Dema ku artêşa Sûriyê bikeve Efrînê û PYD/YPGê ji wir derxe ev bi dilê Tirkiyê ye jî. Lê mebesta hêzên Sûriyê parastina YPGê be, operasyona Tirkiyê dê bidome. Tirkiyê, li Efrînê rasterast li dijî rejîma Sûriyê şer nake çimkî di şerekî wiha de Rûsya wê li pişt Sûriyê be loma Tirkiye şerekî wiha naxwaze. Lê di navbera Artêşa Sûriya Azad û rejîma Sûriyê de dibe ku şer pêk bê.”

Aliyekê li Tirkiyê nîqaşên li ser vê mijarê berdewam dikin aliyekê jî hate ragihandin ku artêşa Sûriyê berev Efrînê ve diçe. Di rojên bê de wê zelal bibe ka gelo YPGê dê Efrînê berde yan na û dê Artêşên Tirkye û Sûriyê bên beramberî hev yan na? .  Xuya ye ku rojên aloz û germ li benda herêmê ne.