Hemo: Plana li Başûr bûye, bi awayekî din li Rojava dibe

Cîgirê Serokê Îtîlafê Ebdilbast Hemo dibêje, ew plana ku li Kurdistana Iraqê bûye, dê bi awayekî din jî li ser Kurdistana Sûriyê bê meşandin, heger yekrêziya Kurdî nebe.”
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokê Îtîlafê Ebdilbast Hemo dibêje, ew plana ku li Kurdistana Iraqê bûye, dê bi awayekî din jî li ser Kurdistana Sûriyê bê meşandin, heger yekrêziya Kurdî nebe.”

Cîgirê Serokê Hevpeymaniya Niştîmanî ya opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) Ebdilbasit Hemo îro li Stenbolê ji K24 re ragihand, Hevpeymaniya Niştîmanî ya opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) îro li Stenbolê civiyaye û di civînên wan de ji bilî gengeşekirina karê Îtîlafî, wê behsa danûstandinên çareserkirina krîza Sûriyê û beşdariya opozîsyonê tê de bê kirin.

Hemo li ser pêşeroja Kurd li Sûriyê got: “Îro rewşa Kurd li Sûriyê ne baş e û yekrêziya Kurdî nîn e. Xiyanet û plana ku li Kurdistana Iraqê çê bûye, bandora xwe li ser rewşa Kurd li Sûriyê jî dibe û dê ew plan bi awayekî din jî li ser Kurdistana Sûriyê bê meşandin, heger yekrêziya Kurdî nebe.”

Herwiha Hemo got jî: “Mixabin ew yekrêzî nîn e û PYD bi kiryarên xwe yên girtina nivîsgeh û endamên partiyên di nava ENKSê de û herî dawî êrîşa li ser kongreya ENKSê û qedexekirina girêdana wê, Kurd bê qêmet dibin û herwiha Kurd di nava ecindeyên dewletên herêmê de bê hêvî dibin. Yekrêziya Kurdî di bin sîwana PYDê de nemaye.”

Ebdilbasit Hemo amaje bi gefên rêjîma Sûriyê yên girtina Reqa û navçeyên din yên di bin kontrola HSDê de kirin û got: “Amerîka bi aşkere dibêje ku pêwendiyên wan bi PYDê re ji bo têkşikandina DAIŞê ye. Dema DAIŞê jî têk biçe, dê gelek danûstandin û rêkeftin bibin û karta Kurdî, karteke demkî ye.”