Rewşa Idlibê, hevkariya Moskow, Tehran û Enqere derizand
K24 – Navenda Nûçeyan
Hat ragihandin, ji bo ku dilgiraniya xwe girêdayî rewşa Idlibê bîne ziman Wezareta Derve ya Tirkiyê, balyozên Komara Islamî ya Îranê û Rûsyayê bangî wezaretê kir.
Ligor şîrovevanan Enqere di wê baweriyê de ye ku, hemberî wan li Idlibê yarîyek Moskow û Tehranê pêkhatiye, jiber ku her sê welatan Idlib wekî devera kêmkirina şer destnîşan kiribûn. Liser garantoriya Tirkiyê Opozisyonê endam û yekîneyên xwe li Idlibê kom kiribûn, lê niha di bin êrîşek giran a rejîma Suriyê, ligel hevkarên wê de ne.
Tê ragihandin ku, Opozisyon xwe wekî qurbanê rêkeftina Enqere ligel Moskow û Tehranê dibîne. Evê rewşê jî Tirkiye xistiye nav dilgiraniyê de.
Bangkirina balyozan, ji bo diyarkirina dilgiraniya Enqerê ye.