KCK nasnameya berpirsên MÎTê yên di destê wan de dîl in eşkere kir

2 berpirsên pilebilind ên MÎTê yên hatine girtin, navên wan Erhan Pekçetîn û Aydin Gûnel e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Koma Civakên Kurdistanê KCK nasnameya berpirsên MÎTê yên di destê wan de dîl in eşkere kir.

KCK îro daxûyaniyek belav kir û da zanîn ko di meha tebaxa 2017an de di encama operasyona tolhildana şoreşgerî ya şehîd Sakîne Cansiz de 2 berpirsên pilebilind ên MÎTê hatine girtin û navên wan Erhan Pekçetîn û Aydin Gûnel e.

Li gor daxûyaniya KCKyê her 2 berpirsên MÎT agahiyên gelek girîng dan e wan û diyar kirin e ko ew li ser fermana Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdoganî, ji aliyê Serokê MÎTê Hakan Fîdan ve hatine wazîfedar kirin û armanca wan terorkirina rêveberên PKKyê ye. 

KCK amaje kir ko dîlên MÎTê di derbarê pêwendî û kar û barên MÎTê de agahiyên gelek zêde û girîng dan e wan û ew jî li gor wan agahiyan 5 mehan operasyon kirin e û kesên din jî girtine. Herwiha di nav belgeyên ko digel dîlên MÎTê hatine bidestxistin de navên gelek kesan hene û ew dê wan navan di demek nêzik de eşkere bikin.