Sibe wê şandeke PDKê serdana YNK û Goran bike
K24 - Navenda Nûçeyan.
Bi mebesta lidarxistina civînan li gel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Tevgera Goran, biryar e sibe şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê serdana Silêmaniyê bike.
Şanda PDK wê pirsa pêkanîna Hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê û nerînên xwe li gel YNKê û Tevgera Goran gotûbêj bike.
Endamê Civata Niştimanî ya Tevgera Goran Nesreddîn Mehmûd ragihand, ku ewê sibe pêşwaziyê li şanda PDKê bikin û nerîna xwe derbarê pêkanîna Hikûmetê bidin xuyakirin.
N.O