Kêmtirîn nexweşên AIDS li Herêma Kurdistanê hene

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê radigihîne, îsal 6 nexweşiyên AIDS li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin û 23 kesên biyanî jî ji ber wê nexweşiyê bo welatên wan hatine vegerandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê radigihîne, îsal 6 nexweşiyên AIDS li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin û 23 kesên biyanî jî ji ber wê nexweşiyê bo welatên wan hatine vegerandin.

Peyvdarê Wezareta Tenduristiyê li Herêma Kurdistanê Dr. Xalis Qadir ji K24ê re ragihand, li gor welatên din, nexweşiya AIDS li Herêma Kurdistanê gelekî kêm e. Di sala 2018an de li Herêma Kurdistanê 6 haletên AIDSê hatine tomarkirin.”

Da zanîn jî, koma kesên tûşî nexweşiya AIDS bûne ji salên heştî yên sedsala bûrî ve û ta niha 32 halet hatine tomarkirin, ev yek hejmar jî li gor welatên din gelekî kêm e.”

Dr. Xalis Qadir diyar kir, kêmbûna hejmare kesên bi nexweşiya AIDS ketine li Herêma Kurdistanê, vedigere hewlên ku dibin in û karîne bi wê nexweşiyê di asta nizim de rawestînin.

Aşkere kir jî, îsal 23 haletên AIDS hebûn, ew jî xelkên binayî bûn û piştî pişknînê, bo welatên wan hatin vegerandin.

Peyvdarê Wezareta Tenduristiyê ragihand, niha li hemû bajarên Kurdistanê amûreyên pişknîna veyrûsa (virus) AIDS hene, ji bo li her navçeyekê heger haletek hebe, bê aşkerekirin.

 

S. B