5 pasdarên Îranî li Suriye hatin kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
5 pasdarên Îranî ku dinav yekîneya Fatimî de cîh digirtin li Suriye hatin kuştin.
Ligor agahdariyan ew her 5 pasdar li devera Hamime ya Tedmûr (Palmîra) girêdayî Hûmsê, di encama êrîşek çakdarên DAIŞ de hatine kuştin.
Ajansa Fars a Îranî ragihand ku li Qêmû dê merasîmek veşartinê ji bo wan pasdaran bête lidar xistin. Herweha li goristana serbazên Îranî ku li Suriye hatin kuştin de bên veşartin.