Heşda Şeibî: Em ji Amerîka natirsin

Wezîrê derve yê Amerîka: Emê ji bo nehiştina girûpên ser bi Taranê ve, li Yemen, Iraq, Sûrya û Lubnanê kar bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Tevgera Nuceba ku beşek ji girûpa Heşda Şeibî ye, îro bersiva daxuyaniyên wezîrê derve yê Amerîka da ku têde gotibû: Wê Amerîka rê li ber çalakiyên milîsên şî'e yên Iraqê bigire".

Peyvdarê Tevgera Nuceba (Ebû Waris Mûsewî) ragihand, ku ew ne ji Amerîka û ne ji Trump û hêzên wî welatî ditirsin û ew rê nadin ku Iraq bikin meydanek ji bo tevliheviyê. Daxuyaniyên Mike Pompeo destwerdaneke qirêj e di karûbarên Iraqê de.

Mûsewî got: Divê Amerîka zanibe, ku Iraq ne Siûdiyê ye daku bi asanî bikaribe pîlangeriyê li ser wê bike.

Navhatî tekez kir, heger Amerîka her girûpeke Heşda Şeibî li Iraqê armanc bike yan tevliheviyan dirust bike, ew destgirtî namînin û bi tundî ewê bersivê bidin û rê nadin serweriya Iraqê were binpêkirin.

Duh  wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo ragihand, ku welatê wî pêbend e bi rêgirtinê li ber reftarên şerfiroş ên Îranê û herwiha wê Amerîka ji bo nehiştina girûpên ser bi Taranê ve, li Yemen, Iraq, Sûrya û Lubnanê kar bike.

N.O