Kongirêsmanekî Amerîkî welatên cîranên Kurdistanê şermezar dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Kongirêsmanê komarîxwaz ê Amerîkî Trent Franks, helwesta hevbeş ya Iraq, Îran, Tirkiyê û Sûriyê ya dijî Kurdistanê şermezar kir.
Trent Franks, gelê Kurd wek hevpeyman rastiyane û bi şeref yê Amerîka binav kir û soz da ku hemû bizavên xwe bike ji bo rê li ber pêngavên welatên li dijî Kurdistanê bigre.
Franks diyar kir ku, welatên cîranên Kurdistanê dixwazin bi zorê xwe li ser Kurdistanê ferz bikin û daxwaz kir ku rê li ber wan welatan bê girtin.