Keneda: Gotûbêjên Bexda û Hewlêrê bi başî birêve diçin
K24 - Navenda Nûçeyan
Wezîrê berevaniya Keneda Harjit Sajjan, di hevdîtinekê de li gel kenalekî Kenedî eşkere kir, ku li gorî zanyariyên wan, gotûbêjên di navbera hikûmeta Iraqê û ya Herêma Kurdistanê de ji bo hêminkirina rewşê bi başî birêve dişin, û got: "Di nakokiyên di navbewra Hewlêr û Bexdayê de, em piştevaniya ti aliyekî nakin."
Harjit Sajjan eşkere kir, ji dema ku alozî û şer di navbera hêzên Iraq û hêzên Pêşmerge de çêbûn, Keneda bernameyên xwe yên serbazî li Herêma Kurdistanê rawestand û heya rewş bi temamî aram nebe, welatê wî çalakiyên xwe yên serbazî berdewam nake.
Herweha Sajjan zelal kir, ku ew naxwazin tevlihevî li Iraqê çêbibe, daku girûpên hevşêwazê DAIŞê dernekevin.