Koptereke Hevpeymanan li Iraq ket xwarê

Hevpeymaniya Navdewletî: Ji encama têkşikestina kopterê, endamekî tîma wê canê xwe jidest da û du endamên din birîndar bûne, sê sernişîn jî hatin rizgarkirin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Koptereke ji corê (Black Hawk MH60) ya Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê bi serkêşiya Amerîka, li Iraq ket xwarê û hin sernişînan canê xwe jidest dane û hin ên din jî birîndar bûne.

Hevpeymaniya Navdewletî di daxuyaniyekê de ragihand, ji encama têkşikestina wê kopterê, endamekî tîma wê canê xwe jidest da û du endamên din birîndar bûne, sê sernişîn jî hatin rizgarkirin û tendirustiya wan baş e.

Li gorî daxuyaniya Hevpeymaniya Navdewletî, koptera wan li navçeyeke vala ketiye xwarê, lê sedema ketina wê neda xuyakirin.

N.O