Bulden: Emê nexşerêya têkoşînê di kampê de diyar bikin

Hevserok û Parlamenterên HDPê li bajarê Wanê ji bo 3 rojan dikevin kampê. Hevseroka HDPê Perwîn Buldan diyar kir, ewê li wir nexşerêyekê ji bo qonaxa li pêşiya wan danin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserok û Parlamenterên HDPê li bajarê Wanê ji bo 3 rojan dikevin kampê. Hevseroka HDPê Perwîn Buldan diyar kir, ewê li wir nexşerêyekê ji bo qonaxa li pêşiya wan danin.

Hevseroka HDPê Perwîn Buldan berî despêkirina civînê axivî û got: “Emê li vir nexşerêyekê ji bo qonaxa li pêşiya xwe danin. Ji bo me pir giring e em li Wanê dikevin kampê. Emê di van hersê rojan de bûyerên di dema bangeşeya hilbijartinê de, tiştên me karîn bikin û yên me nekarine bikin guftûgo bikin.”

Got jî: “Herwiha emê nexşerêyekê ji bo qonaxa li pêşiya xwe danin.  Emê îro tenê ligel parlamenterên jin bicivin. Sibe û du sibe jî parlamenterên din jî wê tevlî civînê bibin.”

Bulden amaje bi wê yekê jî kir, ku ew timî bûn dengê jinan. Ewê di xula nû de jî bibin dengê jinan û ti carî destûrê nadin dîktatoriyê.

Hevseroka HDPê behsa girtina parlemanterên HSDê yên girtî kir û got: “Divê parlamentera me ya Colemêrgê Leyla Guven bê azadkirin û em weke jin pêşiya vê yekê bernadin. Divê Leyla Guven û hemû jin û hevalên me yên girtî bên azadkirin.”

 

S. B