Rojnamevan û helbestvanê Kurd Xelef Zêbarî koça dawiyê kir

Rojnamevan, helbestvan û bêjerê navdar ê Kurd ê “Dengê Amerîka” Xelef Zêbarî koça dawiyê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnamevan, helbestvan û bêjerê navdar ê Kurd ê “Dengê Amerîka” Xelef Zêbarî koça dawiyê kir.

Xelef Zêbarî di jiyana xwe ya pîşeyî de xwedî pêgeheke diyar a bû di warê wejeyî û hunerî de û gelek ji helbestê wî ji aliyê hunermendê Kurd ve bûn stran, we helbesta Nesrînê ku ji aliyê hunermend Mihemed Şêxo ve bûbû stran.

Di karê medyayê de jî, ji ber karê wî yê bêjertiyê ve, di radyoya “Dengê Amerîka” beşê Kurdî de wek diyartirîn bêjer dihat hejmartin.

Yek ji helbestên Xelef Zêbarî bi dengê hunermend Mihemed Şêxo: