Mamoste Eyşe Çelîk bi zaroka xwe ya 6 mehî zîndanîkirin

Mamoste Eyşe, ku di beşdariya bernameyekê televîzyonî de gotibû "Bila Zarok Nemirin" û jiber vê yekê hatibû sizakirin, tevî zaroka xwe ya 6 mehî hat zîndanîkirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Mamoste Eyşe, ku di beşdariya bernameyekê televîzyonî de gotibû "Bila Zarok Nemirin" û jiber vê yekê hatibû sizakirin, tevî zaroka xwe ya 6 mehî hat zîndanîkirin.

Mamoste Ayşe Çelîk, beriya sê salan, ji Diyarbekrê bi rêya telefonê beşdarî bernameyekê şahiyê ya televîzyoneke Tirkiyê bû û got, "li vê derê zarok tên kuştin, divê welatî di vê mijarê de hestiyar bin" û bal kişandibû, ser azarên zarok û dayikan li bakurê Kurdistanê.

Piştî axaftinê, derbarê mamoste Eyşe de doz hat vekirin û salek û 3 meh sizaya zîndanîkirinê lê hat birîn. Siza ji hêla dadgeha jor ve hat pejirandin.

Dadgeha Destûrê jî, serlêdana Mamoste Eyşe ret kir. Eyşe Çelîk jî, tevî zaroka şeş mehî bi navê Deran, hat zîndanîkirin.

Mamoste Eyşe, beriya ku bê zîndanîkirin da xûyakirin, ew di gotinên xwe de tu tawanê nabîn e. Wijdana wê aram e, ji ber vê sizaya zîndanîkirinê xem naxwe, lê ji bo zaroka xwe ya 6 mehî, ku nexweş e, dilgiran e.

 

 

C.B