YPG: Ti kêşe li cem me tine ye ku artêşa Sûryê derbasî Efrînê bibe

Sîpan Hemo: Heya niha ti pêngaveke piraktîkî ji aliyê Hikûmeta Sûryê ve nehatiye avêtin ku têde rê li ber êrîşa Tirkiyê bigire.

K24 - Navenda Nûçeyan

Fermandeyê giştî yê Yekîneyên Parastina Gel Sîpan Hemo ji ajansa nûçeyên Fransî re ragihand, ku ti kêşe li cem wan tine ye heger artêşa Sûryê derbasî Efrînê bibe û li gel wan li dijî êrîşa Tirkiyê raweste.

Sîpan Hemo diyar kir, ku Hikûmeta Sûrya bi berdewamî dibêje Efrîn beşek ji Sûrya ye, em jî dibêjin: "Madam beşek ji Sûrya ye, divê Hikûmeta Sûrya jî erkê xwe beramberî vî beşî bicî bike".

Hemo tekez kir, ku heya niha ti pêngaveke piraktîkî ji aliyê Hikûmeta Sûryê ve nehatiye avêtin ku têde rê li ber êrîşa Tirkiyê bigire.

Navhatî eşkere kir, ku hevrêziyeke destpêkî heye ji bo asankirina hatina alîkariyên mirovî ji bo Efrînê, lê heya niha Hikûmeta Sûryê ew jî nekiriya û ti karek li dijî êrîşa Tirkiyê nekiriye.

Fermandeyê giştî yê YPG daxwaz ji welatên rojava kir, ku Efrînê biparêzin û got: "Şervanan li şûna tevahiya cîhanê şerê li dijî DAIŞê kir, lewra çênabe niha welatên rojava û Ewropa wek bîneran tenê temaşeyî êrîşa li ser Efrînê bikin".