Di derya Egeyê de 2 koçber xeniqîn û yek jî winda ye

Li beravên derya Egeyê belemê koçberên Iraqî û Sûrî binav bû, 2 kesan canê xwe jidest dan û kesek jî wenda ye. 31 penaber jî hatin rizgarkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li beravên derya Egeyê belemê koçberên Iraqî û Sûrî binav bû, 2 kesan canê xwe jidest dan û kesek jî wenda ye. 31 penaber jî hatin rizgarkirin.

Li beravên navçeya Bodrumê, belema koçberên ku dixwestin derbasî giravên Yunanistanê bibin binav bû.

Hêzên ewlekariya beravê 15 welatiyên Iraqê û welatiyekî Sûriyê ji nav deryayê rizgar kirin.

Lê di bûyerê de jî, du jinan canê xwe ji dest dan û kesek jî nehat dîtin û ta niha jî winda ye.

Li navçeya Kuşadasî ya Aydinê jî, 15 koçber di nav deryayê de beriya ku belema wan bin av bibe hatin rizgarkirin.

Li gor agahiyan, di demên dawî de hejmara kesên dixwazin derbasî welatên Ewropa bibin zêde bûye û gelek caran di nav deryayê de karesatên mirovî rû didin.

 

S. B