PDK: Biryara Parlementoya Iraqê destpêkeke metirsîdar e

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hişyariyê ji wan hewlan dide, ku ji ber sernekeftina wan di hilbijartinan de, bêyî berçavgirtina destûr û yasayan û bi biryarên înfîalî hemû proseyan ber bi arasteyeke metirsîdar ve birine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hişyariyê ji wan hewlan dide, ku ji ber sernekeftina wan di hilbijartinan de, bêyî berçavgirtina destûr û yasayan û bi biryarên înfîalî hemû proseyan ber bi arasteyeke metirsîdar ve birine.

Piştî civîna Polîtburoya PDKê, di daxuyaniyekê de amaje bi wê kir, serokatiya parlemantoya Iraqê bi piştevaniya hin alî û siwarbûyên şepola nerazîbûnan hejmarek biryar û yasayên nedestûrî derxistine, ku hemû proseya siyasî ya Iraqê rastî nakokî û aloziyan dikin.

PDK diyar kir, li cihê padeştkirin û qerebokirina Pêşmerge, parlemantoyê biryara redkirina dengên wan derxistiye, ev yasa û biryar gaveke nedestûrî ye û nayê qebûlkirin.

PDK di daxuyaniya xwe de dibêje jî, divê li gorî destûr û yasayê serderiyê ligel dengên koçberên Kurd ên Êzidî û dengdana derve bê kirin, ne li gorî berjewendiyên hin kes û aliyên siyasî.

Di beşeke din de PDK dibêje, ev cure biryar û yasa û gefên parlemanî bi nedestûrî û nayasayî binav kir û dibîne ku ew biryar li dijî xwastek û vîna xelkê Iraqê bi giştî û gelê Kurdistanê bi taybetî ye û destpêkeke metirsîdar ber bi zêdebûna alozî û nearamiyê diçe binav dike.

Di dawiyê de PDK di daxuyaniya xwe de hişyariyê dide, ji ber wê yekê jî heger ev gava ku hatiye avêtin serî bigire û dûvçûn tê de neyê kirin û bi destûrî nebe, ew wek PDKê û gelek aliyên din ku xema aramî û çareseriya aloziyan dixwin, dê helwesta wan hebe.

 

S. B