Yunanistan Tirkiyê hişyar dike

Hikûmeta Yunanistanê jiber tevgerên artêşa Tirk li devera girava Kardaka Yunanistanê, hişyarî da Balyozê Tirkiye yê li Atînayê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Yunanistanê jiber tevgerên artêşa Tirk li devera girava Kardaka Yunanistanê, hişyarî da Balyozê Tirkiye yê li Atînayê.

Li Derya Ege û Qibrisê, aloziya navbera Tirkiyê û Yunanistanê dijwartir dibe. Belemên şer yên Tirkiye û Yunanistanê li dora girava Kardakê li hevûdu qelibîn. Yunanistan ji bûyerê aliyê Tirk berpirsê dibîne ku dixwazin şer derxin.

Wezareta Derve ya Yunanistanê bi vê armancê bang li Balyozê Tirkiyê yê kir û derbarê mijarê de heşyarî da.

Yekîtiya Ewropa jî da xuyakirin, tevgerên Tirkiyê yên li qeraxên Qibrisê, mafê serweriya dewleta Qibrisê binpê dike û ji Tirkiyê xwest ji hewldanên weha dûr bisekine.

Piştî zêdebûna aloziyan, Serokwezîrên Tirkiyê û Yunanistanê bi riya telefonê axivîn. Hat îdîakirin, Serokwezîrê Yunanistanê Alexis Tsipras gotiye, Tirkiye mafê serweriya xaka Yunanê binpê dike û Binalî Yildirim jî banga aramiyê kiriye.