Yekîtiya Ewropa: Rewşa Efrîn û Xutayê metirsîdar e

Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini di civîna parlemantoya Ewropayê de got, tundiya şer li Efrîn û Xuta Rojhilat rewşa Sûriyê ber bi metirsiye zêde dibe û çareseriya siyasî li wî welatî zehmet dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Mogherini ragihand jî, zêdetir ji hezar birîndarî pêwîstiya wan bi derketinê hene û divê ku Netewên Yekgirtî bi rola xwe rabe û şer li Efrînê û Xutayê rawestîne.

Ev yek di demekê de, Serokomarê Tirkiyê ragihand ku artêşa Tirkiyê bajarê Efrînê xistiye dorpêçekê û dê di demekê nêzîk de wî bajarî kontrol bike. Peyvdarê YPGê Birûsk Heseke jî hişyarî ji krîzeke mirovî li Efrînê da, ku jiyana nêzîkî yek milyon kes di metirsiyê de ye.

Li gor dawî amarên Encûmena Tenduristiyê ya Efrînê jî, ji destpêka êrîşa artêşa Tirkiyê ve ji zêdetir ji 230 welatiyên sivîl şehîd bûne û zêdetir ji 668 sivîlên din jî birîndar bûne.

Li Xutaya Rojhilat jî û li gor nivîsgeha karûbarên mirovî ya NY, ji mehekê ve zêdetir ji hezar û 100 kesî di êrîşên artêşa Sûriyê de canê xwe jidest dane. Duh dora 150 sivîlên birîndarên karîn ji Xutaya Rojhilat derkevin.

S. B