MSD: Rûsya dixwaze rêjîm rojhilatê Firatê kontrol bike

Hevseroka Encûmena Sûrya Demokrat Emîna Umer: Rûsya dixwaze Tirkiyê û Sûryê nêzîkî hev bike, daku rêjîma Sûryê rojhilatê Firatê kontrol bike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Encûmena Sûrya Demokrat (MSD) ragihand, ku Rûsya dixwaze Tirkiyê û Sûryê nêzîkî hev bike, daku rêjîma Sûryê rojhilatê Firatê kontrol bike.

Hevseroka Encûmena Sûrya Demokrat Emîna Umer ji rojnameya El-Heyat re diyar kir, ku tevî derketina erên hevbeş di navbera HSD û hêzên Amerîkî de, lê hîn jî egera êrîşeke Tirkî li ser navçeyê heye û got: Em û Amerîka dixwazin pirsgirêkên li gel Tirkiyê bi riyên aştiyane bên çarekirin.

Derbarê bizavên çareya siyasî ji kirîza Sûryê re, Emîna Umer tekez kir, ku bêyî beşdarîkirina navçeyên rojhilatê Firatê di piroseya çarekirinê de, ti çareya siyasî li Sûryê çênabe.

Umer eşkere kir, ku niha bizavên berdewam hene, daku nûnerên navçeyên rojhilatê Firatê di nav Komîteyên Danûstendinan û ya Danîna Destûrê de hebin.

Ev daxuyaniyên Emîna umer di demekê de ne, ku hejmarek ji serkirdeyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûryê, wek nûnerên gelê Rojavayê Kurdistanê, di nav komîteyên opozisyonê de, ji bo danûstendinan û danîna destûra Sûryê cih digirin û heya niha serkirdeyên ENKSê di civînên danûstendinên Cinêvê û hevdîtinên ji bo danîna destûra Sûryê de beşdar dibin û daxwaza federaliyê dikin.  

N.O