Çawîşoglû: Ji bo êrîşekê li ser Qendîlê em li gel Îranê di pêwendiyê de ne

Çawîşoglû: Wê Tirkiyê li ser şerê dijî terorîstan li Sûrya û Iraqê berdewam bike û ji bilî serketinê ti bijardeyeke din li ber Tirkiyê tine ye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglû ragihand, ku welatê wî di pêwendiyeke berdewam de ye li gel Îranê, daku êrîşekê li dijî PKKê li Qendîlê destpê bikin.

Di hevdîtinekê de, li gel kenala (Xeber Turk), wezîrê derve yê Tirkiyê got: "Partiya Karkirên Kurdistanê (PKK) gefê li ser Îranê jî çêdike, lewra em berdewam pêwendiyan li gel Îran dikin. Qendîl jî nêzîkî sînorê Îranê ye û bizavan dikin hevrêziyeke bêtir bi Taranê re bikin".

Wezîrê derve yê Tirkiyê tekez kir, ku pêwîst e PKK li Qendîl nemîne û got: "Gellekî pêwîst e Qendîl ji terorîstan were paqijkirin, ji ber ku ewana metrisiyê li ser ewlehiya netewî ya Tirkiyê çêdikin".

Çawîşoglû diyar kir ku "Enqera çendîn caran daxwaz ji Bexdayê kir, ku PKK li bakurê Iraq bidawî bîne, ji ber ku ew gefê li ser herdu welatan çêdike".

Got jî: "Wê Tirkiyê li ser şerê dijî terorîstan li Sûrya û Iraqê berdewam bike û ji bilî serketinê ti bijardeyeke din li ber Tirkiyê tine ye".

Ji 11ê Adara derbasbûyî ve, Artêşa Tirkiyê êrîşeke zemînî û ezmanî li ser wan nawçeyên Herêma Kurdistanê destpê kiriye, ku di bin desthilata PKKê de ne.

N.O