Sûriyê Operasyoneke daketina esmanî ya hevpeymanan li Dêrezorê

Operasyoneke daketina esmanî ya hevpeymanan li Dêrezorê

K24 – Navenda Nûçeyan

Firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî li parêzgeha Dêrazorê operasyoneke daketina asmanî encam dan.

Li gor jêderên ji nava bajarê Dêrazorê, firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî yên ji curê Apache li bajarokê Meyadîn ya li rojhilatê Sûriyê bi dehan ji leşkeran oprasyoneke daketina asmanî li nêzîkî rawestgeha T2 encam dane.

Piştre, leşkerên Hevpeymaniya Navdewletî berê xwe dane yek ji giringitrîn devera DAIŞê, ku ambarên leşkerî yên DAIŞê lê hene, herwiha yek ji girîngtirîn xalên îmdada leşkerî ya DAIŞê ye.

Piştî bidawîhatina operasyona ku 20 xulekan berdewam kir, çekdarên DAIŞê dest bi danîna rêbendan kirin .

Ev duyem operasyona daketina asmanî ya Hevpeymaniya Navdewletî li bajarê Dêrazorê ye. Roja 7 Nîsanê Hevpeymaniya Navdewletî operasyoneke din ya daketina esmanî di navbera parêzgehên Reqa û Dêrezorê encam dabû.