Amerîka ji Birîtanya dixwaze ku dev piştevaniya Îranê berde
K24 - Navenda Nûçeyan.
Balyozê Amerîka li Birîtanya Robert Wod Jonson, daxwaz ji Hikûmeta Londonê kir, ku piştevaniya xwe ji rêketina etomî re li gel Îranê rawestîne û li şûna wê yekê, tevlî bereya Amerîk bibe, daku rê li ber gefên Îranê li ser cîhanê bigirin.
Li gorî rojnameya The Daily Telegraph a Birîtanî, balyozê Amerîka li Londonê, di peyamekê de ji Hikûmeta Birîtanî re dibêje: Dem hatiye ku em ji rêketina 2015an derbas bibin. Em ji Birîtanya dixwazin ku desthilata xwe ya giring a dîplomasî bikar bîne û tevlî bereya me bibe.
Robert Wod Jonson tekez kir, ku Taran li ser cengên li welatên navçeyê berpirs e û guh nade pêşxistina navxwe ya Îranê bi qasî ku destwerdanê di welatên cîran de dike.
Jonson di peyama xwe de dibêje: Heya ku Îran wek welatekî asayî kar neke, wê Amerîka jî fişar û sizayan li ser wê berdewam bike, em dixwazin ku Birîtanya jî di bereya me de be.
Hefteya derbasbûyî, Amerîka beşê yekem ê sizayan li ser Îranê sepand û biryar e, di Mijdara dahatî de, beşê diwem ê sizayan li ser Taranê bisepîne, lê heya niha welatên Ewropa tevlî bereya Amerîka nebûne.
N.O