Platforma Zimanê Kurdî daxwaza avakirina Saziya Zimanê Kurdî dike

Platforma Zimanê Kurdî ku ji partî û rêxistinên Kurdan ên Bakurê Kurdistanê pêk tê, amadekariyan dike ku di 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî de rêzeçalakiyên bo zimanê Kurdî pêk bîne. Platform her wiha daxwazê ji dewletê jî dike ku Saziya Zimanê Kurdî were avakirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Platforma Zimanê Kurdî ku ji partî û rêxistinên Kurdan ên Bakurê Kurdistanê pêk tê, amadekariyan dike ku di 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî de rêzeçalakiyên bo zimanê Kurdî pêk bîne. Platform her wiha daxwazê ji dewletê jî dike ku Saziya Zimanê Kurdî were avakirin.

Platfroma Zimanê Kurdî ji bo ku li Bakurê Kurdistanê zimanê Kurdî bi awayeke rêkûpêktir û zêdetir were bikaranîn nexşerêyek daye ber xwe. Platforma ku ji partiyên siyasî û rêxistinên civakî pêk tê amadekariyan dike ku di 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî de li Diyarbekirê çalakiyan lidar bixe. Di 21ê Sibatê de dê hevgirtiyên platformê cil û bergên ku li ser de diruşmeyên zimanê Kurdî cih digirin li xwe bikin û li Diyarbekirê bimeşin. Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî amaje kir ku çawa milletê Kurd bacê dide dewletê û leşkeriya dewleta Tirkiyeyê dike mafê millete Kurd jî heye ku xwediyê saziyeke fermî ya zimanê Kurdî be.

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ji K24ê re got: “"Eger ev Saziya Zimanê Kurdî ji aliyê dewletê ve were avakirin û ji aliyê dewletê ve were pejirandin û her sal were fînansekirin ji aliyê kesên pispor û kesên hunermend di vir de xebata bikin; em ê jî êdî li gorî wan xebatên xwe bikin rêzimana xwe rast bikin. Dê gelek baş be."

Hevgirtiyên Platforma Zimanê Kurdî di çarçoveya bikaranîna zimanê Kurdî de balê dikêşin ser berpirsiyariya siyasetmedaran û partiyên siyasî jî ku di xebatên xwe de zimanê Kurdî bêhtir bi kar bînin. Endamê Platformê Garîp Kandemîr jî dibêje hebûna milletan bi ziman e û pêwîstiya ziman jî li xwedîlêderketinê heye.

Garîp kandemîr dibêje: "Ziman nasnameya netewan e. Ji bo ku neteweyek were nasîn divê zimanê wî hebe. Ew ên ku pêşkêşiyê ji vî karî re bikin jî bêguman siyasetmedar in. Siyasetmedar dema kare xwe dikin divê zimanê xwe derxin pêş. Rast e mirov dikare vê rexneyê bigre dest. Lê li hember viya jî lêgerînek me heye."

Platforma Zimanê Kurdî daxwaz dike ku li Tirkiyeyê li gel zimanê Tirkî, zimanê Kurdî jî bibe zimanê fermî û div ê çarçoveyê de jî dê endamên platformê piştî hilbijartinên herêmî daxwaza hevdîtinê bi rayedarên dewletê re bike û mijara zimanê Kurdî bike di rojeva Parlementoya Tirkiyeyê de.