Amerîka li ser Iraqê gefê li Îranê dike

Amerîka: Di rojên derbasbûyî de, bi mûşekên katyoşa êrîşî balyozxaneya me li Bexdayê û kunsulxaneya me li Besra hat kirin, di heman demê de, baregehên partiyên Kurdî li Koya hatin bordûmankirin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Rêveberiya Amerîkî hişyarî da Îranê û radgihand, her êrîşek li dijî berjewendiyên Amerîka li Iraqê bê kirin, Taran li ser wê berpirse e.

Peyvdara Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert ragihand, ku di çend rojên derbasbûyî de, bi mûşekên katyoşa êrîşî balyozxaneya Amerîkî li Bexdayê û kunsulxaneya wan li Besra hat kirin, di heman demê de, baregehên partiyên Kurdî li Koya hatin bordûmankirin.

Heather Nauert diyar kir, ku Îran bi riya mîlîşyayên xwe, kar ji bo têkdana aramiya navçeyê dike.

Herwiha navhatî tekez kir, ku her welatiyekî Amerîkî li Iraqê canê xwe ji dest bide, ewê Îran li ser wî karî berpirs bibînin.

Nakokiyên di nav Amerîka û Îranê roj bi roj kûrtir dibin, bi taybet piştî ku Amerîka xwe ji Rêketina Etomî ya li gel Îranê vekişand û çendîn sizayên tund li ser Taranê sepand.

Biryar e di Mijdara dahatî Rêveberiya Trump sizayên tûndtir li ser Îranê bisepîne, ku di encama sizayên berî niha de, abûriya Îranê bi awayekî balkêş têk çûye û nirxê Riyalê Îranê gellekî daketiye.

N.O