Bi wêne.. Serok Barzanî gihêşt Brûkselê
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro gihêşte Brûkselê.
Biryar e di vê serdanê de Serokê Herêma Kurdistanê û şanda p re serdana Parlementoya Ewropayê bikin û ligel Komîteya Derve ya Parlementoya Ewropayê û hejmarek ji berpirsên Belçîkayê bicivin.
Serdana wê şandê piştî civîna Encûmena Bilind a Referandûmê tê, ku biryar e çend şandan bo guftûgokirina derbarê referandûmê serdana welatên derve, welatên cîran, îraq û aliyên navxwe bikin.