Hejmara şehîdan li Efrînê bilind bû

Li gorî dawîn amarên Encûmena Tendirustiya Efrînê, heya niha 230 welatiyên sivîl şehîd bûne û bêtirî 600 kesên din jî birîndar bûne.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/47eb30e5-db61-4287-8c14-108be2f50a79/031018HAY.ism/manifest

K24 - Navenda Nûçeyan

Êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê berdewam e û rojane bi sedema bordûmana firokeyan, jin, zarok û xelkên sivîl dibin qurbanî.

Li gorî raporên rêxistiyên mafên mirovan, Tirkiyê tawanên qirkirinê li Efrînê encam daye.

Di raporekê de, Tora Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûrya ragihand, bêtirî yek milyon welatiyên sivîl li Efrînê, bi sedema êrîşên Tirkiyê di metirsiyê de ne û artêşa Tirkiyê wê deverê bordûman dike û tawanên qirkirinê dike.

Li gorî jêderên haydar li Efrînê, rojane bêtirî 10 kesan canên xwe jidest didin, ku gellek jin û zarok di nav wan de hene.

Di çend rojên derbasbûyî de, termên pênc zarokan hatin veşartin, ku bi sedema bordûmana Tirkiyê canê xwe jidest dan e, temenên wan di nav 5 heya 14 salan de bûn.

Li gorî amarên Encûmena Tendirustiya Efrînê, rojane termên çend zarokan tên ber destên wan û nexweşxaneyên Efrînê tijî birîndar bûne.

Jineke Efrînî li nexweşxaneyê li ser termê zaroka xwe hewar dike: "Ka cîhan, dengê me bibihîzin, werin bibînin çi li Efrînê diqewime, qurbanî hemû xelkê sivîl in, ji duh ve heya niha pênc zarokan canên xwe jidest dane".

Li aliyekî din, êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê, bandoreke xirab li ser şerê li dijî DAIŞê kiriye û di çend rojên derbasbûyî de, hêzek ji 1700 şervanên ser bi HSDê ve, ji bereyên Dêra Zorê vekişiya û ber bi Efrînê ve birêket.

Pentagonê jî ragihand, ku Hevpeymaniya Navdewletî li rojhilatê Sûrya şerê li dijî DAIŞê rawestandiye.

Ev yek di demekê de ye, ajansa Hawar ya nêzîkî YPG ragihand, ku "Îro artêşa Tirkiyê êrîşên xwe li ser navenda Efrînê zêde kiriye".

Li gorî dawîn amarên Encûmena Tendirustiya Efrînê, heya niha 230 welatiyên sivîl şehîd bûne û bêtirî 600 kesên din jî birîndar bûne.

N.O