Netewên Yekgirtî rêjîma Sûriyê bi tawanên cengê tometbar dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Nûnera Netewên Yekgirtî di komîta lêkolînan a derbarê Sûriyê Carla Del Ponte, piştî ku destê xwe ji kar kişand, hêzên rêjîma Sûriyê bi tawanên cengê û bikaranîna çekên kîmawî di êrîşa Xan Şêyxûn a Idlibê de tohmetbar kir, û got: “Piştî nêzîkî 7 salan ji kirîza Sûriyê, ez nerazî me ku ew kesên tawanên cengê li Sûriyê kirine neyên sizadan.
Di Hizêrana derbasbûyî de jî, rêxistina qedexekirina çekên kîmawî di rapora xwe de tekez kiribû, ku gaza Sarîn di êrîşa Xan Şêxûn de hatibû bikaranîn, berî niha jî rêxistina Human Rights Watch ragihandibû, ku dêkomênt li ber destê wê hene, tekez dikin ku rêjîma Sûriyê çekên kîmawî li dijî sivîlan li gelek navçeyên Sûriyê bikar aniye.