Mesrûr Barzanî ligel McGurk civiya

Şêwirmendê Civata Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî digel şanderê Taybet ê Serokê Amerîka ji bo Hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAÎŞê Brett McGurk civiya

K24 – Navenda Nûçeyan

Mesrûr Barzanî digel şanderê Taybet ê Serokê Amerîka ji bo Hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAÎŞê civiya.

Şêwirmendê Civata Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî digel şanderê Taybet ê Serokê Amerîka ji bo Hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAÎŞê Brett McGurk civiya.

Di civînê de Balyozê Amerîka li Iraqê Doglas Sîlîman û Konsulê giştî yê Amerîka li Hewlêrê Stîvin Fagn amadebûn. Danûstandinên ji bo pêkanîna Hikûmeta nû ya niştîmanî û berfereh a Îraq a federal û rola Herêma Kurdistanê hatin gengeşe kirin.

Di civînê de Mesrûr Barzanî careke din tekezî li hevbeşiya bihêz ya di navbeyna Herêma Kurdistanê û Amerîka de û giringiya alîkariyên serbazî û ewlekarî, yên dirêjxayen kir.

 

 

C.B