10 ji bo vekişîna PKKê ji Şingalê hat diyarkirin

Encûmena Parêzgeha Neynewayê heyama 10 rojan ji Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) diyar dike, ji bo hêzên xwe ji navçeyên Şingalê vekişîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Parêzgeha Neynewayê heyama 10 rojan ji Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) diyar dike, ji bo hêzên xwe ji navçeyên Şingalê vekişîne.

Piştî civîna îro ya di navbera Parêzgeha Neynewa û berpirsên hikûmeta federalî a Iraqê de, di daxuyaniyekê de daxwaz ji PKKê kir di heyama 10 rojan de ji avahiyên hikûmî û bajarê Şingalê derkeve.

Serokê Encûmena Parêzgeha Neynewayê Beşar Kîke di wê derbarê de tekez kir, ew hewlên zêde didin ji bo ew hêz ji Şingalê derkeve, ji ber ku bi sedema hebûna wan çekdaran berpirsên îdarî nikarin karê xwe bikin.

YPG di sala 2014an de, dema çekdarên DAIŞê êrîşî ser Şingalê kirin hejmarek ji hêzên xwe şande wê qezayê, lê ji piştî bûyerên 16 Cotmeha sala bûrî û rêkeftina hejmarek ji serkirdeyên YNKê ligel hikûmeta Iraqê, ku Kerkûk, Xurmanto û navçeyên din ketina destê Heşda Şeibî û artêşa Iraqê, wan fişar li PKKê kirin ta ji navçeyên Şingalê derkeve, çend caran jî Tirkiyê gefa wê yekê xwar ku bi Iraqê re êrîşî ser wan bikin.

 

S. B