Parêzerê Demîrtaş: Demîrtaş dê çend rojên din were berdan!

Parêzerê namzedê girtî yê HDPê yê serokomariya Tirkiyê Selahetîn Demîrtaş dibêje, Demîrtaş dê di nav çend rojên bê de were berdan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzerê namzedê girtî yê HDPê yê serokomariya Tirkiyê Selahetîn Demîrtaş dibêje, Demîrtaş dê di nav çend rojên bê de were berdan.

Parêzerê Demîrtaş, Mahsûnî Karaman ji K24 re ragihand, wan bi fermî daxwaza berdana Demîrtaş kirine, jixwe eger heta niha nehatiye berdan şermekî hiqûqî ye.

Mahsûnî Karaman daye xuyakirin ku madem Demîrtaş bi fermî bûye namzedê serokomariyê divê were berdan û gotiye, ji ber wê jî bi baweriya min Demîrtaş dê di nav çend rojên bê de were berdan.

 

Parêzerê Demîrtaş, Mahsûnî Karaman
Parêzerê Demîrtaş, Mahsûnî Karaman

Selahetîn Demîrtaş ji meha Mijdara 2016 ve heta niha, bi tohmeta alîgirtiya PKKê di girîtgeha bajarê Edîrne de ye.

Komîsyona Hilbijartinan ya Tirkiyê roja 13 vê mehê namzediya Selahetîn Demîrtaş bo serokomariya Tirkiyê pesend kir.

Hilbijartinên Tirkiyê 24 Hezîrana îsal tên kirin. Di hilbijartinên han de hem serokomarekî nû hem jî parlamenterên nû yên Tirkiyê hilbijartin.